Art work painting by CENGÎZ KARA1987~Şirnex Northern of Kurdistan.He lives and works now in South Kurdistan Makhmour


CENGÎZ KARA -Ez Cengîz Xelîl Mehmud, di 01.07.1987 de li gundê Hilal a girêdayî navçeya Qilabana serbi bajarê Şirnex ê  ji dayik bume.
 Berê ez ji dayik bibim, xetên tabloya min ya tirajedik  û bi êş ji berêda hatibû  kêşan. Ji ber zilm; zordarî, kuştin û iskenceya dijmin, hin di temenê 7 salide  min bi malbata xwe re li sala 1994 an gundê xwe yê hatî şewitandin, bi cih hişt û me dest bi penaberiyek dûr û dirêj  kir. Hatîn  li başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Penaberbuna me ya bi cih hiştina gundê xwe, ava xwe, xwezaya xwe û zarokatiya  xwe bandorekî mezin li min kir. Êdi bi vî awayî jiyana min ya penaberî kû hin bi dawî nebû ye destpêkir. Destpêkê em li wageha Şeraniş û paşê bi gelê penaber ra me 7 wargeh guhertiye heya em gihiştin Mexmûr. Her wargehek di jiyana min da ji nûve dayikbûnek ji min re rave dike. We kî gûlek me reyên xwe di berda hembêza axê û em di hatin qutkirin. Her wargehek jiyaneke, tabloyeke, ramaneke û bi kurtasî temeneke di jiyana min de. Her kû ez mezin dibûn  min hîn zêdetir wate dida jiyanê ; çima birçî bûme, çima sarbûme, çima tenê mame û çima bûme şahidê gelek bûyerên biêş. Divê min ew hizrane di hûndirê xwe de ne hêlaban.
 Di sala 1998 an de em hatin wargeha Mexmûr, min dijminiya dûpişk û marankir, li vir yekem car min germaya cehenemê hiskir. Dema kû toza çolên Erebistanê çav û qirika min tije dikir, hizir û giyana min ji bi heskirina hûner tije dibû. Ji xwe hin di zarokatiya min da hûnerê wêne wekî gûlek ji nûve pelkên xwe vedike, di hembêza min da mezin dibû. Hemû tabloyên dimejiyê min da hatîn  xêzkirin, dixwastin derbikevin ji derve û bibin ispata penabertiyek tirajedîk.
Di dema xwendina dibistana navîn û amadeyida min gelek girîngî da hûnerê wêne. Her weha min gelek kar û xebatên girîng  jî, ji bo zarok û ciwanên wargehê kirin, bi 10 han zorok û ciwan di warê hûnerê da  min perwerdekir. Beşdar buna  me ji gelek festivalên wargehê, başûrê Kûrdistanê, bakurê Kûrdistanê, rojhelata navin û ji dervey welat re çêbûye. 
 Li sala 2006 an min li Hewlêr ê  zankoya Salahaddin, beşa hûnerên ciwan wêne destpêkir  û bi serkeftineke pir mezin min sala 2010 an  bi dawi kir. Niha ji li navanda xebatên hûnera dastan ya Şehid Delila mamustame kar û xebatên me berdewamin.



















Source:Site Kurdistan ART

No comments:

Related Posts Plugin for WordPress, Blogger...